Nerîna Kenala Welat TV

Kenala Welat TV.. Pilatformeke giştgir e ji doseyên Sûrî û Kurdî re.

Welat TV dezgeheke ragihandinê ye weşana wê niha li Hewlêra paytexta Herêma Kuristanê ye, bi hêviya ku di pêşrojê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kar bike.

Welat TV mijarên siyasî, civakî, çand û hunerî li xwe digire û hewl dide ku pirsên Kurdî û Sûrî li welêt bi kûrahî diyar û giftûgo bike.

Nameya ”Welat TV”, ji nirxên miletê Kurd ên resen e. Miletê ku li ser axa xwe di xweşî û nexweşiyan de li kêleka pêkhateyên din li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dijî. Baweriya me ew e ku pirengî û ciyawazî civakê zengîn dikin, ev pirengî li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û danpêdanê bi mafên rewa yên hemû pêkhateyan, ava dibe.

Welat TV bi rêya bernameyên xwe nameya lêbûrîn û pêkvejiyanê bi hêz dike, û tekez dike ku miletê Kurd bi dîrok û çanda xwe dikare xwediyê roleke giring be di avakirina Sûriyê de.

Bernameyên Welat TV li ser bûyerên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û pirsên penaber, derbider û koçberan radiwestin, em hewl didin ronahiyê bixin ser pirsgirêkên pêkhateyên Sûriyê, û nameya lêbûrîn û pêkvejiyanê belav û bi hêz bikin.

Em nûçeyan bi her du zimanên Kurdî û Erebî pêşkêş dikin, da ku bighin cemawerên xwe yên pireng. Em pîvanên ragihandinê yên nûjen bi kar tînin, û nerîna xwe bi awayekî pîşeyî, yekalî û wêrekî pêşkêş dikin.

Rûpelên Welat TV li ser torên civakî (Facebook, YouTube, X, Instagram, Telegram û Tik Tokê) tên dîtin ji bo parvekirina zniyariyan li gel şopîneran, her weha nûçegihanên me li hundir û derveyî Sûriyê hene ji bo gihandina nûçeyan bi wêrekî û pîşeyî dûr ji gotegot û zanyariyên ne rast.

Bi kurtî.. Armanca “Welat TV” ew e ku hemû bûyerên Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û deverê bi awayekî giştgir, kûr û rasteqîne romal bike, nameya lihevkirin û pêkvejiyanê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi hêz bike û bibe jêdereke bawerpêkirî ji bo nûçe û zaniyariyan.