Wezîrên Berevaniyê yên Sûriyê û Rûsya bihêzkirina pêwendiyan gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrên berevaniyê yên Sûriyê û Rûsya îro 31 Tîrmeha 2025an li Mosko civiyan.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsya ragihand ku wezîrê berevaniyê Andrey Belousov li gel hevşanê xwe yê Sûrî Murhef Ebû Qesre civiya.
Li gorî Wezaretê, herdu aliyan bihêzkirina pêwendiyên leşkerî û ewlehiyê û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Di wê civînê de ji aliyê Sûrî Wezîrê derve Es'ed El-Şeybanî û serokê Dezgeha Istixbaratan Hisên El-Selame amade bûn.
*Yekem Seredan
Îro û di yekem seredan de piştî hiweşandina Rêjîma Esed, Wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî gihişte Mosko û li gel wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov civiya.
Ev seredan pêşhateya herî diyar e di pêwendiyên di navbera Rûsya û Hikûmeta Sûriyê ya veguhêz de. El-Şeybanî û Lavrov rûniştineke danûstandinan û piştre kongireke rojnamevanî li dar xistin.
►Her weha Bixwîne.. Lavrov: Ji me re girîng e ku Kurd li Sûriyê bigihin mafên xwe