Hewlêr.. Yaneya El-Meda ya xwendinê salvegera damezirandina xwe vejand

Welat TV - Hewlêr

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, çalakiyek bi bûneya salvegera 10emîn a damezrandina Yaneya El-Meda ya Xwendinê bi rê ve çû.

Di çalakiyê de hejmarek nivîskar, helbestvan kesayetiyên rewşenbîrî û her weha hezkerên xwendina pirtûkan amade bûn.

Hêvî El-Mela endama Rêvebiriya Yaneya El-Meda li Hewlêrê ji Welat TV re got ku "ji destpêka damezirandinê ve yek ji armancên sereke yên Yaneyê, vegerandina girêdana ciwanan bi xwendina pirtûkan ve ye, bi taybet pirtûkên kaxez".

Di birêvebirina Yaneya El-Meda de li Hewlêrê, gelek ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê weke xwebexş beşdar bûne, rêvebirê Yaneyê Şiyar Şêxo da zanîn: "Îsal em ê di çalakiyên xwe de giringiyeke mezin bidin beşê Kurdî".

Sîmav Mihemed jî ku yek ji endamên yekemîn yên Yaneyê ye, dibêje ku ew bi Yaneyê re mezin bûye û çalakiyên wê "gelek sûd li ciwanan kiriye".

Di çalakiya salvegera damezirandina Yaneya El-Meda ya Xwendinê de, behsa bîroke, mîkanîzim û karê Yaneyê di salên derbasbûyî de hate kirin. Bi muzîk û helbestan jî çalakî bi rê ve çû.