Welatiyekî 62 salî li Helebê hatiye girtin û malbat bang li aliyên peywendîdar dike
Welat TV - Hewlêr
Welatiyekî Kurd ê Efrînê li parêzgeha Helebê hatiye girtin û malbata wî banga diyarkirina çarenivîsa wî dike.
Îro 19 Sibata 2025an, malbatê ji Welat TV Ebdulqadir Osman Şêx Elî, welatiyekî bitemen e li Şehbayê hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Reşîd Şêx Elî, ji Welat TV re got, di 18 meha Çileyê ve hatiye girtin, û ta niha dengûbasên wî ne diyar in.
62 salî ye û nexweş e
Malbata welatiyê bitemen da diyarkirin, ku temenê wî 62 sal e, û rewşa wî ya tendirustî xerab e, û rojane divê çareseriya xwe werbigire.
Bang
Malbatê bang li aliyên peywendîdar û hemû rêxistina kir, ku çarenivîsa wî diyar bikin û wî serbestberdin.
Ebdulqadir Osman Şêx Elî ji gundê Meydankê yê navçeya Şera ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û ji nişteciyê Helebê ye.