Jineke Kurd li Efrînê hat serbestberdan

Jineke Kurd li Efrînê hat serbestberdan

Welat TV - Hewlêr

Piştî 11 rojan ji revandinê, îro 20 Sibata 2025an, jineke Kurd li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hat serbestberdan.

Li gorî jêderan, jina Kurd Xeyriya Mûsa ya 42 salî piştî 11 rojan ji revandinê îro hat serbestberdan û gihişt gundê xwe.

Xeyriya Mûsa di 9 Sibata 2025an de piştî ku zêr ji xwe re kirîbûn ji navenda bajarê Efrîn ji aliyê grûpeke nenas ve hatibû revandin.

Li gorî agahiyên bi destê Welat TV ketine, jina Kurd îro peywendî bi malbata xwe re kiribû û gotibû ew li bajarokê Sermede yê Idlibê girtî ye.

Xeyiya Mûsa ji gundê Bedîna yê navçeya Raco ye, 11 roj in tu nûçe li ser tune bûn, îro gihişt gundê xwe Bedîna.

Her weha bixwîne.. Welatiyekî 62 salî li Helebê hatiye girtin û malbat bang li aliyên peywendîdar dike