Macron û Trump “xalên girîng” ên dawîanîn li şerê Ukraynayê detnîşan dikin

Macron û Trump “xalên girîng” ên dawîanîn li şerê Ukraynayê detnîşan dikin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Fransayê, Emmanuel Macron piştgiriya xwe ji destpêşxeriya Serokê Emerîkayê Donald Trump re derbarê destpêkiriya peywendiyên ligel Rûsyayê ji bo dîtina çareseriyekê ji şerê li Ukraynayê re, anî ziman.

Macron pitşî civîna ligel Trump li Koşka Spî, di konferansekî rojnamevanî de tekez kir ku he rêkeftinek derbarê Ukraynayê de bi Rûsyayê re divê “bilez lê ne sist be.” Herweha bang li Emerîkayê kir ku piştgirî û hevkariya belavkirina hêzên bejayî yên Ewropî li Ukraynayê bike, piştî ku şerê ev 3 salên li wî welatî dest pê kiriye, bidawî were.

“Şiyana rêgirtin take rê ye”

Macron bibîr anî jî ku " di sala 2014an de serokê wê demê yê Fransa bi Serok Putin re danûstandinên aştiyê kirin, lê ji ber nebûna garantiyan, bi taybetî jî garantiyên ewlehiyê, Serok Putin ev aştî binpê kir (…) Ji ber vê yekê, hebûna hêz û şiyana rêgirtinê take rê ye ji bo piştrastkirina rêzgirtina” li her agirbestê.

Herweha Macron tekez kir ku "Ev aştî nayê wateya teslîmbûna Ukraynayê." Wî got jî ku Ukrayna "di çend salên borî de ji bo serxwebûn û serweriya xwe, û herweha ji bo ewlehiya me ya hevbeş şer kiriye." "Ez bawer dikim ku tu kes li vê odeyê naxwaze di cîhanek ku yasayên daristanê serdest e û sînorên navneteweyî bên binpêkirin de bijî.”

Putin dê bi “hêzên aştîparêz ên Ewropî razî bibe”

Ji aliyê xwe ve Serokê Emerîkayê Donald Trump diyar kir ku, dê Putin bi hêzên aştîparêz ên Ewropî li Ukraynayê razî bibe, di çarçoveya pêkanîna bazarekê ji bo dawîanîn li şerê li wê herêmê.

Herweha Trump hêvî xwest ku di nava vê heftiyê de ligel hevtayê xwe yê Ukranî Volodymyr Zelenskyy bicive.

Trump geşbîniya xwe diyar kir ku Koşka Spî û Serok Zelenskyy ji pêkanîna peymanekê nêzîk dibin, ku dê rê bide Emerîkayê maedenên girîng li Ukraynayê bidest bixe.

Ukrayna jî wekî beşek ji her peymanê li garantiyên ewlehiyê yên pêşerojê digere. Sêyemîn salvegera dagirkirina Rûsyayê û danûstandinên Fransî-Emerîka di demek girîng de ji bo piraniya Ewropayê tê, ku bi vegera Trump re li ser desthilatê dibe şahidê guhertinek mezin di siyaseta derve ya Emerîkî de.