Nirx giran in.. Welatiyên Kobaniyê berê xwe didin enerjiya rojê

Welat TV - Hewlêr

Kirîza elekitrîkê li bajarê Kobaniyê rewşa welatiyan zehmet kiriye, hin welatî berê xwe didin kirîna sîstema enerjiya rojê, lê gelek hejar ji wan jî bêpar dimînin.

Ji destpêka şerê li Bendava Tişrînê ve, kirîza av û elekitrîkê li Kobaniyê aloztir bûye, ji ber têçûna zêde ya elekitrîka ampêran, welatî berê xwe didin sîstema enerjiya rojê.

*75% ji xelkê nikarin sîstema enerjiya rojê deynin

Welatiyê bi navê Mezlûm Elî ji Welat TV re dibêje ku ew neçar in berê xwe bidin enerjiya rojê, lê 75% ji xelkê bajêr nikarin wê bikirin.

Piraniya alavên li hundir malan li ser elekitrîkê kar dikin, vê yekê jî pirsgirêkeke mezin derxistiye pêş welatiyan, lewma hin kes berê xwe didin bikaranîna batiriyan.

*Nirx giran in

Firoşkarê panêlên enerjiyê Elî Kobanî jî dibêje ku vê dawiyê karê wan zêde bûye, lê nirxê sîtema enerjiyê dighe 1200 dolarên Emerîkî, ev ye jî zêdetirî karînên welatiyan e.

Ji despêka krîza Sûriyê û ta niha, bi teybetî piştî derketina şerê Bendava Tişrînê ya ku av û elekitrîkê li Kobaniyê û deverê belav dike, bajar kêm elektrîkê dimîne, di demekê de jenetor dihatin bikaranîn, lê piştî buhabûna sotemeniyê welatî berê xwe didin enerjiya rojê.