Qamişlo.. Semînarek bi navnîşana "Zimanê Me Nasnameya Me ye" hat lidarxistin

Welat TV - Hewlêr

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, semînarek li ser Zimanê Kurdî hat lidarxistin.

Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriya, roja Pêncşemê 27ê Sibatê li hola Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, semînarek di bin navnîşana "Zimanê Me Nasnameya Me ye" bi rêk xist.

Bi amadebûna hejmarek rewşenbîr, nivîskar û rêxistina Jinê, semînar ji aliyê helbestvan Ebdulsemed Mehmûd ve hate pêşkêşkirin.

Pêşkêşkarê semînarê li ser giringiya Zimanê Kurdî weke zimanekî kevnar li Rojhilata navîn axivî û ronahî xist ser rola nivîsandin, helbest û stranan di parastina Zimên Kurdî de.

Helbestvan Ebdulsemed Mehmûd di semînarê de tekez kir ku "divê zimanekî standard di navbera Kurdan de hebe".