27 kes li Elmaniya bûne qurbaniyên bûyereke pêlêkirinê
Welat TV - Hewlêr
27 kes li Elmaniya bûne qurbaniyên bûyereke pêlêkirinê.
Îro li bajarê Manhayim ê Elmanî di bûyereke pêlêkirinê de, du kesan canên xwe ji dest dan û 25 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Elmanî kesê gumanpêkirî 40 salî ye, û ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Her weha 15 kes rewşa wan a tendirustî gelek dijwar e û di bin çavdêriyê de ye.