Li gundekî Dêrikê av ji ber xwe ve ji bîran diherike
Welat TV - Hewlêr
Gundê Melemerzê yek ji gundên Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, beriya dehên salan bi çem û kaniyên xwe dihat naskirin.
Ji ber barana kêm û zuhabûnê kanî û çem çikiyane.Gundiyan dest bi kolana bîran kir û bi ava bîran hemû pêwîstî û karê xwe yên jiyanê diqedînin.
*Av ji ber xwe ve diherike
Tişta herî balkêş ew e ku ava bîrên gundê Melemerzê bê elektrîk, dînemo û alavên din diherike.
Tevî ku di van salên dawiyê de ava bîran jî kêm bûye, lê bandorê nake ji ber ku av li jor û nêzîk e.
Derdora 10 bîrên gund kar dikin, kûrahiya wan ji 10 ta 50 metrî ye. Gundî karên şûştin, xwarin, avdan û gelek pêwîstiyên din bi wê avê dikin.
Gundên Dêrikê bi çem, kanî, şînatî û xwezaya xwe tên naskirin. Li Hin gundan heta niha çem û kanî hene, û li hinan jî ji ber guhertinên keşûhewayê û ziwabûnê çikiyane.