"Rizgarkirina Revandiyên Êzidî" amarên qurbanî, revandî û goristanan belav kirin
Welat TV - Hewlêr
Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî li Herêma Kurdistanê, nûtirîn amar belav kir, tê de behsa qirkirina dijî kurdên Êzidî li ser destê Rêxistina DAIŞa terorîst dike.
Li gorî raporta Nivîsgeha Rizgarkirina revandiyên Êzidî, ta niha hejmara kesên ku di wan komkujiyên sala 2014an de canên xwe ji dest dan, gihişt 5000 kurdên Êzidî, di wan komkujiyan de 2745 zarokên sêwî ku kesûkarên xwe ji dest dan hatine tomarkirin.
*6417 revandî
Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî got hejmara giştî ya revandiyan gihişt 6417 kesan. Ji wê hejmarê 3585 kes ji destê DAIŞa terorist hatine rizgarkirin, ji wan 1211 jin in, 339 mêr in û 2035 zarok in.
*Goristanên bikom
Nivîsgehê da zanîn, ku ta niha 93 goristanên bikom hatine dîtin, û termên 274 kesî di gorên bikom de hatine dîtin û bo malbata wan hatine radestkirin.
*Derbider
Nivîsgehê got jî, hejmara Êzidiyên derbider ên ku niha li kampên herêma Kurdistanê dijîn, 135.860 derbider in, her weha 189.337 derbider li deverên cuda li hundir Herêma Kurdistanê, dijîn.
*"Piraniya revandiyan li Kampa Holê ne"
Beriya niha Zêdo Ba’edrî rawêjkarê perlemana Kurdistanê di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de diyar kiribû, ku hejmareke mezin ji Êzdiyên revandî li kampa Holê li Hesekê ne, û hêvî kir ku desthilatdarên li Sûriyê rê ji bo şande û ragihandinê xweş bikin û çarenvîsa wan were naskirin.