Donald Trump pîrozbahiya musilmanên Emerîka û cîhanê dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump 3 Adara 2025an, pîrozbahiya musilmanên Emerîka û cîhanê kir.
Donald Trump di nameyekê de got: Di vê meha pîroz de, ez pîrozbahiyan pêşkêş dikim û hêviya keyfxweşî û şabûnê bi rindî û qenciyên Xwedê yên bêdawî dikim, Xwedê bereketê di nav malbata we de belav bike.
Serokê Emerîka Donald Trump da zanîn: Remezan derfetek e ji bo bihêzkirina îman, vegerandina hêvî, qehremanî û rindiyê di jiyana me de ye.
Trump tekezî li ser parastina azadiya olan kir, ji ber ku bingehên sereke ji sinc û pransîpên Emerîkî ne.
Trump amaje bi rola musilmanan li Emerîka di civakê de kir û got: Ez ji we û malbata we re meheke tijî xêr, bereketê û hêvîkirin bi qenciyên Xwedê ji we re dixwazim, Remedan pîroz be.