Baregeha Barzanî sersaxî ji malbat û hevalên serkirde Xalid Kemal Ehmed Derwîş re xwest
Welat TV - Hewlêr
Baregeha Barzanî peyameke sersaxiyê ji malbata serkirde û xebatkar Xalid Kemal Ehmed Derwîş re pêşkêş kir.
Baregeha Barzanî got: Mixabin me nûçeya koçbarkirina kesayetiya niştîmanperwer û endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Xalid Kemal Ehmed Derwîş bihîst.
Baregehê da zanîn, Em sersaxiyê ji malbata Xalid Kemal Ehmed Derwîş û hevalên wî di Partiya Demokarata Kurdistan – Sûriya re dixwazin û em bi hevxemê wan dizanin.
Baregeha Barzanî diyar kir, Em ji Xwedayê mezin hêvîdar in ku giyanê wî di bihuşta berîn de şa bike û seber û aramiyekê bide hemû aliyan.
Her weha bixwîne.. Elmaniya.. Serkirdeyê PDK-Sê Xalid Derwîş di temenê 55 saliyê de koça dawî kir