Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li rêkeftina El-Şeri' û Ebdî dike

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li rêkeftina El-Şeri' û Ebdî dike
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li rêkeftina El-Şeri' û Ebdî dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina di navbera serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' û fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî de kir.

Nêçîrvan Barzanî îro 11ê Adara 2025an, di daxuyaniyekê de got: "Pîrozbahiyê li birayên xwe yên li Sûriyê bi rêkeftina di navbera Serokê Komara Sûriyê û fermandarê HSDê de, dikin".

Diyar kir jî: "Ev rêkeftin nexşerêyeke guncaw e ji bo pêşerojê û qonaxeke veguhêz a durist".

Serokê Herêma Kurdistanê got ku pêşwaziya Sûriyan li vê rêkeftinê xwesteka wan weke tevaya miletên deverê bi aramî û çareseriyên aştiyane, diyar dike.

Nêçîrvan Barzanî, tekezî li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ji ewlehî û aramiya Sûriyê re kir.

Her weha, tekezî li ser "pêwîstiya parastina mafên tevaya pêkhateyên miletê Sûrî, û beşdariya wan a kara di avakirina Sûriyaya azad û geş de, kir".

►Her weha bixwîne.. Xalên rêkeftina Ehmed El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî