Salvegera serhildana 12 Adarê li Hewlêrê hat vejandin
Welat TV - Hewlêr
Salvegera serhildana 12 Adarê ya Rojavayê Kurdistanê, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat vejandin.
Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li Hewlêrê salvegera serhildana 12 Adarê li nivîsgeha xwe vejand.
Di merasîmên vejandinê de kesayetiyên siyasî û penaberên rojavayê Kurdistanê beşdar bûn.
*Gotin hatin pêşkêşkirin
Di merasîman de gotin ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ve hatin pêşkêşkirin, behsa serhildana 12 Adarê li seranserî Rojavayê Kurdistanê li dijî rêjîma stemkar a malbata Esed kir.
*Mûm hatin vêxistin
Weke wefadariyekê ji ruhê şehîdên ku bi destê rêjîma Esed a hilweşiyayî, bûne qurbanî mûm ji aliyê beşdaran ve hatin vêxistin.
*Li kampan salveger hat vejandin
Nûçegihanê Welat TV da zanîn jî li kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Gewîlan, Dareşekran û Domîz salveger ji aliyê rêxistinên PDK-Sê ve hat vejandin.
►Her weha bixwîne.. Salvegra 21ê ya serhildana gelê Kurd li dijî rêjîma Esed e