Du welatiyên Efrînê di bûyerên hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da
Welat TV – Hewlêr
Du welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê di du bûyerên hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da.
Bûyerek li gundekî Efrînê ye, û ya din li ser rêya Heleb – Şamê ye.
Welatiyê bi navê Hesen Elî Xelef ê 52 salî ji gundê Tetera yê bi ser navçeya Cindirêsê ve dema karê xwe yê cotkariyê li devera Dev Yol dikir traktora wî wegeriya di encamê de jiyana xwe ji dest da.
*Bûyera li ser rêya Şamê
Her weha welatiyekî din ji gundê Xalta yê bi ser navçeya Cindirês ve bi navê Hesen Silêman 35 salî, li ser rêya Heleb-Şamê di bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji ji dest.
►Her weha bixwîne.. Hesekê.. 2 kes bûne qurbaniyên bûyereke hatinûçûnê