Rewşa xerab bandor li amadekariyên Newrozê li Kobaniyê kiriye
Welat TV - Hewlêr
Çend roj ji Newroza 2025an re mane, rewşa abûrî ya xerab û ne aramiyê bandor li amadekariyên xelkê bajarê Kobaniyê kiriye.
Di salên bûrî de, ji destpêka Adarê ve, liv û tevger li bazarên Kobaniyê zêde dibû, hilbijartina rengên buharê û curên cawan dibû rojev.
Îsal jî tevger heye, lê rewşa abûrî ya xerab bandor li tevgera bazarê kiriye, karînên gelek welatiyan tune ne ku cilên nû bikirin û Newroza xwe dê bi yên kevin derbas bikin.
*Tevgera bazaran kêm e
Cawfiroşê bi nave Fêsel Kemal bajêr jî ji Welat TV re dibêje: “Rewşa li welêt kêfxweşiya Newrozê kuştiye û tevger li bazarê bi rêjeyeke mezin kêm kiriye”.
Her sal beriya du mehan ji Newrozê, terziyan tomarkirina ji bo dirûtina cilan radiwestand, lê îsal hîn ew da cawan ji bo dirûtinê werdigrin, tevê wê yekê jî karê wan lawaz e.
Tevî rewşa zihmet û nebûna karînan, lê welatiyên Kobaniyê li benda Newrozê ne, ew di sersala Kurdî de, hêviyên azadî û bidestxistina mafan di nû dikin û buharê bi diruşmên aştiyê û rengên jiyanê dixemlînin.