Di êrîşekê de li ser Der'ayê bi dehan kes bûne qurbanî

Di êrîşekê de li ser Der'ayê bi dehan kes bûne qurbanî

Welat TV - Hewlêr

Di êrîşekê de li ser parêzgeha Der'ayê duh 17ê Adara 2025an, bi dehan kes bûne qurbanî.

Rêveberê Tendirustiya Der'ayê Ziyad El-Mehamîd got: Di êrîşeke Îsraîlê de li ser parêzgeha Der'ayê 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 birîndar bûn.

Diyar kir, ku balafirên şer ên Israîlê demjimêr 8:30 şevê, dema şêniyên deverê nimêja xwe dikir, hejmarek cih li parzêgehê bombebaran kirin.

Rêveberê Tendirustiya Der'ayê Ziyad El-Mehamîd tekez kir ku di nav qurbaniyan de, jin û zarok jî hene.

*"Sûriya bêçek"

Wezîrê Berevaniyê yê Israîlê, Israîl Katiz di 27 Sibatê de da zanîn ku ew baweriyê bi serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ nakin û divê başûrê Sûriyê bibe devereke bêçek.

Israîl Katiz got ku hêzên wan dê li çiyayê Şêx û hin xalên din bo demeke nediyar bimînin û diyar kir ku giring e başûrê Sûriyê bibe devereke bêçek.

Katiz tekez kir ku Israîl pabend e bi piştevaniya dostên xwe yên Durzî li Sûriyê û ew hewl didin ku peywendî di navbera wan de berdewam be.