Elmaniya.. Mezintirîn ahenga Newrozê li bajarê Kolinê tê lidarxistin

Elmaniya.. Mezintirîn ahenga Newrozê li bajarê Kolinê tê lidarxistin

Welat TV - Hewlêr

Mezintirîn ahenga Cejna Newrozê li Elmaniya îsal li bajarê Kolinê bi beşdariya hejmarek hunermendên navdar tê lidarxistin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Civaka Giştî ya Kurdî li Elmanya di bin diruşma “Mil bi Mil, Dil bi Dil, Hevgirtin ji bo Rojavayê Kurdistanê” de mezintirîn ahenga Newrozê li bajarê Kolinê li dar dixin.

Aheng 22ê Adara 2025an bi beşdariya hunermend Şivan Perwer, Elind Hazim, Şerîf Omerî, Hanî Muctehidî, Eyûb Elî, Nazdar, Xebat Duhokî, Azad Feqê, Hejal Îlanî û Emîn Nadir bi rê ve diçe.

Aliyên navbûrî da zanîn ku hatina ahengê ji bo tevaya Kurdên derve bêberanber e û tikêt nayên firotin.