Malbata Endamê Emîndariya Giştî ya ENKS Fûad Ibrahîm banga diyarkirina çarenivîsa wî dike
Welat TV - Hewlêr
Malbata Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, Fûad Ibrahîm di salvgera revandina wî de, daxuyaniyek belav kir, û banga diyarkirina çarenivîsa wî kir.
Malbatê di daxuyaniyekê de got: Îro salvegera 8an a revandina Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, Fûad Ibrahîm, ji aliyê asayîşa Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê ve derbas dibin, ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Malbatê diyar kir, hevdemê ragihandina nerîna siyasî ya hevbeş navbera ENKS û PYNK de nêzîk dibe, lê ta niha me tu zanyarî derbarê doseya revandiyan bi dest xwe nexistiye, ta niha çareivîsa wan ne diyar e.
Malbatê diyar kir, di salvegera 8an a revandina Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, Fûad Ibrahîm de em banga xwe nû ku divê di zûtirîn dem de hemû revandiyên di zîndanên HSD de werin serbestberdan.
*Malbat bang li welatên xwedî biryar dike
Malbatê got jî, em banga xwe ji Hevpeymaniya Navdewletî, Emerîka û Frasna re nû dikin ku weke welatên xwedî biryar in di doseya Sûriyê de, fişarekê li ser fermandariya HSD bikin da ku çarenivîsa wan diyar bikin û sizadana berpirsên di ber revandina ne yasayî de gerentî bikin.