Karwanekî Hevpeymaniya Navdewletî gihişt Dêra Zorê

Karwanekî Hevpeymaniya Navdewletî gihişt Dêra Zorê

Welat TV - Hewlêr

Hevpeymaniya Navdewletî barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk şandin bingehên xwe li Dêra Zorê.

Îro karwanekî Hevpeymaniya Navdewletî ku ji 30 barhilgirî barkiriî bi alavên leşkerî û lojistîk pêk dihat, barê xwe li bingehên hevpeymabiyê li Dêra Zorê vala kir, pişt re berê xwe dan bajarê Hesekê.

Di heman demê de, helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî jî li esmanê deverê hatin dîtin.

Du bingehên Hevpeymaniya Navdewletî li Dêra Zorê hene ew jî her yek ji (bingehê zeviyê El-Umer ê petrolê û bingeha zeviyê Konîko ya xazê) ne.

Duh jî, balfireke barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk li bingeha Xirab El-Cîr a Hevpeymaniya Navdewletî li Rimêlanê danî.