Qirdaha.. Xelkê dronên bombekirî radestî Ewlehiya Giştî kirin
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Qirdaha yê Berava Sûriyê, dronên xwekuj bo Rêvebiriya Ewlekariya Giştî hatin radestkirin.
Îro Sêşemê, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Karbirêker a Sûriyê ragihand: "Piştî civînekê li gel rûspî û endamên Komîta Aştiya Sivîl li Qirdaha, xelkê bajêr birek dronên bombekirî radestî Ewlehiya Giştî, kirin".
Li gorî wêne û dîmenên ku Wezareta Navxwe belav kirine, ew diron ji cureyê (FPV) ne: "Ji paşmayên Rêjîma Esed a hilweşandî ne".
Beriya 3 rojan jî Ewlekariya Giştî ragihandibû ku wan embareke çekan ya paşmayên Rêjîma Esed li bajarê Qirdaha dîtiye.