Serok Barzanî sersaxî li malbata xebatkar Ebdulrehîm Ismet Wanlî û PDK-S kir
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî sersaxî li malbata xebatkar Ebdulrehîm Ismet Wanlî û Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya kir.
Îro Serok Barzanî di nameyekê de, sersaxî ji malbat û kesûkarên Wanlî û endamên PDK-Sê re xwest: “Em hevbeşê xema we ne”.
Serok Barzanî da zanîn ku Wanlî kesayetiyeke niştîmanperwer a navdar bû li Rojavayê Kurdistanê û jiyana xwe ji bo doza Kurdî di nava refên PDK-Sê de terxan kiribû û rastî girtin, serkutkirin û koçberkirinê hatibû.
Di dawiya nameya xwe de, Serok Barzanî hêviya dilovaniyê ji xebatkarê koçbarkirî û sebr û aramiyê ji hemûyan re xwet.
*Ebdulrehîm Ismet Wanlî
Îro serkirdeyê berê yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Ebdulrehîm Ismet Wanlî li welatê Siwêd koça dawî kir.
Ebdulrehîm wanlî sala 1957an tevlî refên PDK-Sê bû û gelek xebat di ber doza Kurdî de kir.
Sala a987an koçberî Siwêd bû û li wir piştevaniya doza Kurdî kir, Wanlî ji şêniyên taxa Kurdan li Şama paytexta Sûriyê ye