Welatî dinalin.. Rewşa xizmetguzarî li Sûriyê xerab e

Welatî dinalin.. Rewşa xizmetguzarî li Sûriyê xerab e

Welat TV - Hewlêr

Piştî nêzîkî 4 mehan ji hatina desthilateke nû bo Şamê, hîn rewşa xizmetguzariyê li Sûriyê gelekî xerab e û welatî ji ber vê yekê dinalin.

Karta tendirustî li Sûriyê di rewşeke aloz de ye, û gelek kêmasî di karmend û alavên tendirustî de hene, li gorî Wezareta Tendirustî di hikûmeta karbirêker a Sûrî de, 35% ji navendên tendirustî kar dikin.

Di salên şoreşê de, Rêjîma Sûrî û hevalbendên wê navendên xwendinê armanc kirin, ji ber wê yekê gelek xwendevan ji xwendinê dûr ketine, li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê, 8000 dibistan li Sûriyê wêran bûne.

Li gorî raporteke Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê, di salên şer de li Sûriyê, 4626 KM ji rêyan, 51 pir, 511 nanxane, 66 burcên peywendiyan û 72 westgehên avê xerab bûne.

Pilatforma Enerjiyê ya Taybet jî di raportekê de got ku, zêdetirî 50% ji jêrxaneya elekitrîkê li Sûriyê rastî ziyanan hatiye, di nav de 59 westgehên elekitrîkê, raportê ziyan bi derdora 40 milyon Dolarî nirxanidin.

*Derbider û penaber

Ji bilî rewşa ximetguzarî ya xerab, hîn bi sedan hezar kes li kampên derbideran mane û nikarin vegerin warê xwe ji ber wêraniya mezin a ku gihîşt bajar û bajarokên Sûrî di serdema Rêjîma Esed de.

Li aliyekî din, bi melyonan penaberên Sûrî, li welatên cîran di rewşên zehmet de dijîn, lê ji ber tevlîheviya elwehî û nebûna aramiya ew hîn nikarin vegerin warên xwe.

Serdema Rêjîma Esed li Sûriyê bi dawî bû, lê li pey xwe gelek pirsgirêkên, ku bandorê li jiyana welatiyan a rojane dikin hîştin û welatî ji pêşeroja nezelal a welatê xwe dilgiran in.

►Her weha bixwîne: Goristaneke din a bikom li Sûriyê hat dîtin