ENKSê sersaxî ji Şêx Ehmed El-Cerba re pêşkêş kirin
Welat TV - Hewlêr
Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê sersaxî ji Şêx Ehmed El-Cerba re pêşkêş kirin.
Şanda ENKSê bi serokatiya Mihemed Ismaîl serokê ENKSê bû, li gundê Til Xezal ê bi ser Girkê Legê ve li gundewarê Dêrikê beşdarî di şîna Şêx Edî Mîzer El-Cerba kir û sersaxî ji Ehmed El-Cerba û êla wî re pêşkêş kirin.
Di merasîman de Mihemed Ismaîl gotarek pêşkêş kir tê de behsa helwestên Şêx Edî Mîzer El-Cerba li deverê kir û got xwedî helwestên merd li hember Kurd û Erebên bû.
Ismaîl da zanîn, her dem xizmeta xelkê deverê bê cudahî dikir û kesekî niştîmanperwer bû.
Ji aliyê xwe ve Şêx Ehmed El-Cerba spasiya şanda ENKSê li ser beşdariyê kir.