190 darên zeytûnan li Efrînê hatin birîn

190 darên zeytûnan li Efrînê hatin birîn

Welat TV - Hewlêr

190 darên zeytûnan li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatin birîn.

Yek ji wan kesên ku darên wî hatine birîn ji Welat TV re got: Duh 24ê Adara 2025an, 190 darên wan li gundê Xerabê Şera hatin birîn, beşek ji wan daran ji kokê ve hatin birîn.

Da zanîn ku gund di bin destê çekdarên Sultan Murad de ye, heta niha nasnameya dizan nehatiye diyarkirin.

*Xwediyê ku darên wan hatine birîn ev in:

*Ebdulhenan Yûsiv Xelîl 60 dar

*Ebdulmenan Mihemed 40 dar

*Nûh Hemdûş 40 dar

*Zekeriya Elî 30 dar

*Idrîs Xelîl 20 dar

►Her weha bixwîne.. Bi dehan darên zeytûn û biyê li Efrînê hatin birîn