Emerîka lîsteyeke mercan li hember sivikirina sizeyan radestî Sûriyê kir

Emerîka lîsteyeke mercan li hember sivikirina sizeyan radestî Sûriyê kir

Welat TV - Hewlêr

Ajnasa Reuters ragihand ku li hember sivkirina sizeyan li ser Sûriyê, Emerîka lîsteyek ji mercan radestî Sûriyê kiriye, eger bi cî bîne ew ê sizayan sivik bike.

Ajansê da zanîn ku Natasha Franceschi cîgira alîkarê wezîrê derve yê Emerîka ji bo karûbarên Sûriyê, bi wezîrê Dervê yê Sûriyê Esed El-Şêbanî re li Brukselê di 18ê Adarê de rûniştiye, û mijarên sizayan gotûbêj kirine.

*Yekemîn hevdîtin e

Ajansê da diyarkirin, ku yekemîn hevdîtin e di serdema Donald Trump de tê encamdan, di wê hevdîtinê de wî berpirsî merc li hember sivikirina sizayan danîne.

*Merc

Li gor ajansê, mercên Emerîka derxistina çekdarên biyanî ne û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo dîtin û naskirina çarenivsa rojnamevanê Emerîkî yê revandî Austin Tice e.

Her weha têkbirina embarên çekên kîmawî yên mane û Hevkariyê di şerê rûbirûbûna terorê de ye.

*Sizayên li ser Sûriyê

Di serdema rêjîma Esed de, Emerîka û Ewropa siza li ser rêjîm û kesayetiyên pilebilind danîbû, piştî ketina Esed, tenê Fransa hin siza rakirin, civaka navdewletî tekez dike ku rakirina sizayan bi reftar û kiryarên hikûmeta nû ve regirêdayî ye.