Xwendevana Kurd a wendabûyî hat dîtin
Welat TV – Hewlêr
Xwendevana Kurd Fadiya Ebdulrehman Hecî duh 25ê Adara 2025an wenda bû û malbatê bangawazî ji bo dîtina wê belav kir.
Malbatê li ser torên civakî belav kir, ku keça wan Fadiya Ebdulrehman Hecî ji mala xwe li gundê Pakrewan ê bi ser Çil Axa ve derketiye û berê wê li Hesekê bûye, lê peywendî pê re hatine birîn.
Malbatê da zanîn, berê wê li zanîngeha xwe li Hesekê bû, da ku ezmûna xwe li kolêja yasayî pêşkêş bike, lê peywendî pê re hatin birîn.
Malbatê îro ragihand, ku li Hesekê hatiye dîtin û ji ber kirîzekê rastî nexweşiyekê hatibû û gêj bûbû û rewşa wê ya tendirustî baş e.