Fransa.. Lûtkeya pêncalî banga pêşxistina piroseya siyasî li Sûriyê kir
Welat TV - Hewlêr
Serokatiya Sûriyê da zanîn ku lûtkeya Fransa ya pêncalî, ku serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ bi rêya Internetê tê de beşdar bû, hejmarek mijar gotûbêj kirin.
Îro serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Fransa bi rêya Internetê lûtkeyek li dar xist, tê de her yek ji El-Şeri, Macron, serokê Libannê, serokê Qubrisê û serokwezîrê Yonanê beşdar bûn.
Li gorî daxuyaniyê, di wê lûtkeyê de, hejmarek mijarên herêmî û navdewletî yên girêdayî ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku ewlehiya sînoran, sizayên abûrî yên li ser Sûriyê, berjewendiyên hevbeş, û rûbirûbûna terorê ji xalên girîng ên lûtkeyê bûn.
Li gorî serokatiyê Sûriyê, welatên beşdar tekez kir ku divê gavên cidî di warê mafên mirovan de li Sûriyê werin avêtin serbarî pêşxistina piroseya siyasî li Sûriyê.
►Her weha bixwîne: Erdogan: Em piştgiriya tevlîkirina HSD di nava "rêveberiya navendî ya Sûriyê" de dikin