Rojnamevanekî Libnanî: "Hizbulah lawaz bûye û rêkeftina Libnan û Sûriyê sînoran aram dike"
Welat TV – Hewlêr
Rojnamevanê Libnanî Elî El-Emîn ji Welat TV re da zanîn ku Emerîka kar li ser dabînkirina aramî û seqamgîriya berdewam di navbdera Libnan û Sûriyê de dike.
Elî El-Emîn diyar kir ku Emerîka çireya kesk daye da ku ev rêkeftina ji bo kontrolkirina sînorên her de welatan were îmzekirin.
El-Emîn tekez kir ku pirsgirêk li ser sînorên Libnanî-Sûrî hene û ev yek dibe sedema derketina şerûpevçûnan, lê rêketina niha ew ê rêgiriyê bike.
*Rola "Hizbulah" kêm bûye
Elî El-Emîn got jî, li gorî rêkeftinê her welatek dê sînor ji aliyê xwe ve kontrol bike. Roja îro bandora Îran û "Hizbulah" li Libnanê kêm bûye, lewma sînor dê werin kontrolkirin.
Rojnamevanê Libnanî Elî El-Emîn da diyarkirin, piştî destêwerdana Siûdiyê egera derketina şerûpevçûnan li ser sînorên Libnanî-Sûrî kêm bûye.
*Rêkeftin
Di 27ê Adara 2025an, her du welatên Sûriyê û Libanê, rêkeftinek li Siûdiyê, ji bo bicîkirina aramiyê li sînorên her du welatan û hin mijarên din îmze kir.