Cotkarên Rojavayê Kurdistanê rastî ziyanên mezin tên

Welat TV - Hewlêr

Rojavayê Kurdistanê bi çandiniyê ku dahata sereke ya rêjeyeke mezin ji welatiyan e, navdar e. Zivistana îsal bi ziwayî derbas bû.

Ji ber kêmbûna baranê, cotkar neçar in ku erdê xwe av bidin da ku ji hişkayî rizgar bibin, lê ji bo avdanê pêwîstî bi mazotê heye û bi zehmetî bi dest dikeve.

Cotkarê bi navê Mihemed Temo dibêje ku ji bilî 2 caran wî mazot wernegirtiye û  heta niha zêdeyî 22 hezar lîtr mazot ji bo avdana erdê xwe, xerc kiriye.

Cotkar ji ber vê rewşê gelek bi gazin û dilgiran in, û beramberî ked û têçûna ku dikin nerxê genim gelek erzan e.

Li Rojavayê Kurdistanê, her sal herî kêm 700 mm baran dibariya.

Îsal ji destpêka zivistanê ve heta niha ji bilî 200 mm pêve nehatiye, metirsî heye ku 70% ji erdan bertelif û bê encam bin.