Siûdiyê pêşwazî li Hikûmeta Veguhêz a Sûrî kir
Welat TV - Hewlêr
Siûdiyê pêşwazî li Hikûmeta Veguhêz a Sûrî kir û hêviya ewlehî û aramiyê ji Sûriyê re xwest.
Îro Wezareta Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de, pêşwazî li kabîneya Hikûmeta Veguhêz a Sûrî kir û hêvî kir ku ev hikûmet hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne.
Li gorî daxuyaniyê, “Siûdiyê dixwaze ku bi hikûmeta Sûrî re alîkar be, ji bo bihêzkirina peywendiyên dîrokî di navbera her du welatan de”.
Wezareta Derve ya Siûdiyê hêviya serkeftinê ji Hikûmeta Veguhêz a Sûrî re xwest ji bo bicîkirina ewlehî û aramiyê li Sûriyê.
►Her weha bixwîne: Kabîneya Hikûmeta Veguhêz a Sûrî ji 22 wezîran pêk tê