Lîstikvaneke Kurd pileya duyem di "Kickboxing" de li Sûriyê bi dest dixe

Lîstikvaneke Kurd pileya duyem di
Lîstikvana Kurd Şîlan Ehmed Yûsif

Welat TV - Hewlêr

Lîstikvana Kurd Şîlan Ehmed Yûsif pileya duyem di "Palewantiya Komarê" li Sûriyê di werzişa "Kickboxing" de bi dest xist.

Şîlan Ehmed Yûsif di 9ê Çileya 2024an de, pileya duyem di "Palewantiya Komarê" li Sûriyê di werzişa "Kickboxing" de (staylê K1 beşê jinan 48 KG) bi dest xist.

Şîlan ji şîniyên bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1996an ji dayîk bûye, 2016an dest bi "Kickboxing" kiriye, di hejmarek pêşbirkên xwecihî û herêmî de beşdar bûye û xelat bi dest xistine.

Şîlan Ehmed Yûsif di sala 2021ê de jî pileya duyem di "Palewantiya Komarê" li Sûriyê û pileya sêyem di Palewantiya Erebî de li Duhokê di heman salê de bi dest xistibû.