21 kesên ku li ser rêbendeke Himsê hatibûn girtin hatin serbestberdan

21 kesên ku li ser rêbendeke Himsê hatibûn girtin hatin serbestberdan

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Ewlekariya Giştî roja Yekşemê 6ê Nîsana 2025an, 21 kes ku jin tê de bûn, serbest berdan.

Rûpela Siwêda 24 da zanîn, piştî rojekê ji girtinê li ser rêbendeke Himsê, 21 kes hatin serbestberdan.

Jêderê da zanîn ku piraniya wan endamên partiyekê ne, berê wan li Reqayê bû da ku beşdarî di çalakiyeke siyasî de bikin.

Jêderê li ser zarê yek ji kesên hatine serberstberdan da zanîn, ku ew li zîndanê rastî lêdan û eşkenceyê hatine, û tomet têkilî bi Rêveberiya Xweser a PYD re ye.

Rûpela Siwêda 24 got di demên bê de ew partî dê daxuyaniyekê belav bike û her tiştekî zelal bike.