Ji Sûriyê hetibûn derbaskirin.. Iraqê 400 hezar hebên Kaptagonê desteser kirin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku hêzên wê hewleke qaçaxkirina Kaptagonê bi rêya çemê Feratê li nizêkî sînorê Iraqê û Sûriyê têk bir.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê Lîwa´ Mexawîr a Sînorî hewla qaçaxkirina 400 hezar Hebên Kaptagonê têk bir ku ji Sûriyê bo Iraqê hatibûn derbaskirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku bi rêya kamîreyan piroseya qaçaxiyê eşkere bû û hebên Kaptagonê di butlên bilastîkî de hate dîtin.
Wezaretê tekez kir ku rêkarên yasayî di vê derbarê de hatin standin û ew heb hatine desteserkirin û bo cihên peywendîdar hatin radestkirin.