Mihemed Ismaîl: Ragihandina rêkeftina Kurdî di demeke nêzîk de ye

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Mihemed Ismaîl duh 7ê Nîsana 2025an, got: Ragihandina rêkeftina Kurdî di demeke nêzîk de ye û di hemû waran de em kar li ser dikin.

*Konfirans

Mihemed Ismaîl mêvanê programa Rojeva Welat bû, got: Me li Rojavayê Kurdistanê, li ser lidarxistina konfiranseke berfireh ji bo ragihandina nerîna siyasî ya yekgirtî ji hemû partiyan re li hev kiriye.

*50 partî beşdar in

Ismaîl da zanîn, Lidarxistina konfiransê û encamên wê dê bi piştevaniya Serok Barzanî û serperiştiya aliyên navdewletî be û bêtir ji 50 partiyî dê di konfiransê de beşdar bibin.

*Sedemên derengketina rêkeftina Kurdî

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Mihemed Ismaîl behsa sedemên derengketina rêkeftina Kurdî kir û got: Ragihandina rêkeftina Kurdî ji ber amadenebûna aliyekî girîng hat paşxistin û ji bo bicîkirina yekhelwestiya Kurdî me berjewendiyên partîtî û kesayetî danîne aliyekî.

*Mizgîniya xêrê

Serokê ENKSê tekez kir ku di demeke nêzîk de em ê mizgîniya xêrê bidin gelê xwe û rêkeftina xwe ragihînin. Me xalên nakokdar danîn aliyekî da ku ev nerîna siyasî bi ser bikeve û em bi yek şanê biçin Şamê, lê hîn hejmara şandê ne diyar e. 

*Helwest ji Hikûmeta nû

Mihemed Ismaîl diyar kir ku Wezîrên Kurd ên ku di hikûmetê de nûnertiya gelê Kurd nakin û hêviyên wan bi cî nakin. ENKSê diyalog bi hikûmeta Şamê re vekir ji bo bidestxistina mafên gelê me.

*Gelê Kurd ne razî ye 

Ismaîl got: Gelê Kurd ji biryarên rêveberiya nû ya Şamê ne razî ye, lê bi hêvî ne hikûmeta nû diyalogê bi hemû pêkhateyên Sûriyê re veke û divê rêz li maf û viyana hemû pêkhateyan were girtin.

*Fedralî

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Mihemed Ismaîl tekez kir, daxwaza me fedralî ye û em bi hêvî ne em fedraliyê bi dest bixin ku li gorî taybetmendiya welêt be û em ê li deverên xwe Cizîr, Kobanî û Efrînê bi cî bikin.

Mihemed Ismaîl tekez kir ku, êdî em nabin oposizyon, em ê bi her şêweyî be kar bikin ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd.

*Fedralî yekîtiya Sûriyê diparêze

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê da zanîn ku sîstema fedraliyê yekîtiya Sûriyê diparêze Em banga sîstemeke yekgirtî dikin ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê parastî be.

*"Em xwediyê projeya vegerandina xelkê Efrînê ne"

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Mihemed Ismaîl da zanîn, em xwediyê projeya vegerandina xelkê Efrînê ne, me her dem banga vegerê dikir û xelk han dida li ser vegerê, ji destpêkê de veger heye, lê piştî ketina Esed zêde bûye ew jî gavekî pîroz e, û em bang li her aliyekî dikin vegere ser xaka xwe. 

*"ENKSê xemxwarê gelê xwe ye"

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Mihemed Ismaîl di dawiya hevdîtina xwe de got, ENKS xemxwarê gelê xwe ye, her dem xebat ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd kiriye û ew ê berdewam be.