Real Madrid bo cara 13an dibe palewanê Supercopa de España

Real Madrid bo cara 13an dibe palewanê Supercopa de España

Welat TV - Hewlêr

Tîma Yaneya Real Madrid a topa pê bû palewanê Supercopa de España, piştî ku di yariya dawîn a pêşbirkê de tîma Yaneya Barcelona 4 – 1 têk bir.

Şeva borî, demjimêr 22:00 li yarîgeha "Elewl Park" li Si`ûdiyê yariya dawîn a pêşbirkê bi rêve çû.

Golên Real bi rêya, yarîzanê Birazîlî Vinícius Júnior (3 gol di xulekên 7, 10 û 37 de), yarîzanê Birazîlî Rodrygo golek di xuleka (64) de, hatin tomarkirin. Gola Barcelona ya tekane jî di xuleka (33) de bi rêya yarîzanê Polendî Robert Lewandowski hate tomarkirin.

Ev cara 13an e Yaneya Real Madrid di dîroka xwe de dibe palewanê Supercopa de España.