Gera 17an a Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pirtûkan bi rê ve diçe

Gera 17an a Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pirtûkan bi rê ve diçe

Welat TV - Hewlêr 

Çalakiyên gera 17an a Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pirtûkan îro 9ê Nîsana 2025an dest pê dikin.

Serok Mesûd Barzanî Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pirtûkan vedike.

Pêşangeh bi serperiştiya serok Mesûd Barzanî û bi hevkariya li gel Wezareta Çand û Lawan a Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe.

Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pirtûkan li jêr navê "Cihanî Bi Kurdî Diaxive" ji aliyê saziya El-Meda ve hatiye rêkxistin,10 rojan berewam dike, heta 19 mehê ye.

Di çalakiyan de 350 navendên çapkirin û belavkirinê ji welatên Erebî û cihanî beşdar in.