Ji ber têçûnên zêde.. Xwediyên "Medcenan" li Qamişlo rastî ziyanan tên
Welat TV - Hewlêr
Têçûna xwedîkirina mirîşkan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û bandor li ser nirxên wan li bazarê kiriye.
Ji ber nebûna derfetên kar, xelkê herêmê berê xwe didin xwedîkirina mirîşkan, û hejmara cihên xwedîkirina mirîşkan ”Medcene” gihîştiye derdora 250yî, ku beriya niha derdora 4an bû.
Li gorî Fewaz Temo xwediyê cihekî xwedîkirina mirîşkan, ”zêdebûna hejmara van cihan bandor li ser nirxên mirîşkan kiriye û ew rastî ziyanan tên”.
Kirîza elekitrîkê li herêmê jî ziyaneke mezin li xwediyên van cihan kiriye, ew neçar dibin sotemeniyê bi nirxên giran bikirin, ev yek ji bilî nirxê giran ê çêlîkan ku ji Turkiyê tên û her yek dighe 0.12 Dolarên Emerîkî.
Zêdebûna têçûna xwedîkirina mirîşkan bi nerênî bandorê li ser nirxan li bazarê dike, bacê vê yekê jî welatî didin ku mirîşkan bi nirxekî giran dikirin.