Lêgerîn li termê ciwaneke binavbûyî li devera Berzan berdewam e

Lêgerîn li termê ciwaneke binavbûyî li devera Berzan berdewam e

Welat TV - Hewlêr

Ji 5 rojan ve ciwaneke Kurd li devera Barzan binav bûye, heta îro lêgerîn berdewam dike. 

Avêsta Yûsiv Berzencî keça 27 salî ji beriya 5 rojan ve li çemê Şaneder ê devera Barzan binav bû, û heta roja îro termê wê nehatiye dîtin.

Ji roja binavbûnê ve, lêgerîn berdewam dike û tîmên berevaniya sivîl hewl didin termê wê bibîne. 

Di duyem roj de hikûmetê bi helîkopteran li termê wê digeriya. Li gorî dîmenên belav bûne, bav û dayîka Avêsta li ber çemê ne û lava dikin ku termê bibînin.

Avêsta Yûsif Berzencî bi xwe mamoste bû, li gel malbata xwe çûbû geştûguzariyê, lê geşta wan ji şahiyê bû şîn.