Erdogan û şanda Îmraliyê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan îro li gel şanda Îmraliyê ya DEM Partî civiya.
Şanda DEM Partî ji Sirî Sureya Onder û Parwîn Buldan pêk dihat.
Li gorî jêderan, civîna serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan û şanda Îmraliyê nêzîkî demjimêr û nîvekê berdewam kir.
Mijarên sereke yên civînê, pêvajoya aştiyê Li Turkiyê û Bakurê Kurdistanê bûn.
Duh, serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan gotibû ku ew ê li gel şanda Îmralî ya DEM Partî bicive.
►Her weha bixwîne.. Ocelan bang li PKKê kir ku çekan deyne û xwe hilweşîne