Nêçîrvan Barzanî: Me pêşeroja Sûriyê ku hemû pêkhateyan hembêz bike gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser civînê got: "Ez kêfxweş bûn bi dîtina Ehmed El-Şeri' li Intaliya".
Diyar kir, "Me rewşa Sûriyê gotûbêj kir, me bi hev re rewş û pêşeroja Sûriyê ku hemû pêkhateyan hembêz bike, gotûbêj kir".
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, "Me pesna nerîn û rêbaza wî ya giştgir da û me tekezî li ser piştevaniya wî kir".
Nêçîrvan Barzanî anî ziman, "Me tekezî li ser pabendbûna hevbeş a rûbirûbûna berdewam a DAIŞê kir".
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de got: "Bi pabendbûna serok El-Şeri' bi aştî û ewlakariya navnetewî kêfxweş bûm"