Serok Barzanî û serokwezîrên Iraqê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û serokwezîrên Iraqê Mihemed Şiya’ El-Sûdanî rewşa siyasî û dawîn pêşhate gotûbêj kirin. Îro 12 Nîsana 2025an, Mihemed Şiya’ El-Sûdanî bi sedanekê gihişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Li Pîrmamê Serok Barzanî li gel serokwezîrên Iraqê civiya. Di civînê de, rewşa siyasî û dawîn guhertin û pêşhateyên li ser asta herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de tekezî li ser hemahingiyê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ji bo derbaskirina kirîz û astengiyan û çareserkirina kêşeyan hat kirin.

Her weha peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, mijareke din a civîna Serok Barzanî û El-Sûdanî bû.

Her weha bixwîne.. Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li Mihemed Şiya’ El-Sûdanî dike