Cejna Şe´anîn li Qamişlo hat pîrozkirin
Welat TV - Hewlêr
Kiristiyanên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê cejna Şe´anîn an Yekşema Şe´anîn pîroz kir, bi dehan kes beşdar bûn, mûm vêxistin û hêviyên xwe hildan.
Welatiyek ji pêkhateyan kiristiyan ji Welat TV re dibêje, cejna Şe´anîn semboleke mezin a pêkhateyan wan e, ji ber ku tekeziyê li ser pirensîpên aştî û hezkirinê dike.
Di vê cejnê de, merasîmên taybet ku amajeyê bi derbasbûna hesreta Mesîh bo Orşelîmê dikin, tên lidarxistin, zarok cilên spî li xwe dikin, mûman vêdixin, çiqlên zeytûnan û pelên xurmeyan hildidin.
Aho Ibrahîm keşeyê dêra Mar Ye´qûbê Nisêbênî li Qamişlo dibêje: “Ev cejn derfeteke ji bo ku mirov li xwe vegere û baweriya xwe nû bike”.
Li Rojavayê Kurdistanê, pêkhateya kiristiyan cejna Şe´anîn di keşûhewayeke guncaw de pîroz dike, ev yek jî nameyeke ji nameyên pêkvejiyanê diyar dike.