Rêyên nava Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin vekirin

Rêyên nava Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin vekirin

Welat TV - Hewlêr

Rêyên sereke li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de li Helebê hatin vekirin.

Îro tîmên Berevaniya Sivîl a Sûrî di kurta vîdyoyekê de da zanîn ku tîmên wê rêbendên konkirîtî û axî yên ku li ser rêyên sereke li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatibûn avakirin, rakirin.

Li gorî Berevaniya Sivîl, piroseya vekirina rêyan bi hemahengî li gel Encûmena Parêzgeha Helebê û Nivîsgeha Xizmetguzariyan li bajêr hat encamdan, ji bo asankirina bersivdana mirovî, çûnûhatina welatiyan û başkirina rewşa xizmetguzarî.

*Danîna 7 rêbendên hevbeş

Di vê derbarê de, berpirsê ewlehî li Helebê Sûraqa Emûrî ji Welat Tv re got ku wan dest bi bicîkirina xalên "rêkeftina 1ê Nîsanê" kiriye.

Emûrî da zanîn: "Xalên hatî bicîkirin, rakirina rêbendan û tevlîkirina hêzên ewlehiya hinidrîn di nava ewlekariya giştî de, û danîna rêbendên hevbeş, bûn, ku 7 rêbend in”.