8 kes li Der'ayê di teqîna paşmayên şer de bûne qurbanî
Welat TV - Hewlêr
Di encama teqîna paşmayên şer de, 8 kes li Der'ayê bûne qurbanî.
Ajansa Sana da zanîn ku li bajarokê Tisîl ê Der'ayê, 4 nûciwanan di encama teqîna paşmayeke şer de jiyana xwe ji dest dane, û 4 birîndar bûne.
Ajansê diyar kir, wan niciwanan ji xwe re dilîstin, mûşekeke neteqiyayî ji paşmaeyên şer, teqiya di encamê de ew karesat rû da.
*600 qurbanî
Rêxistina "Human Rights Watch" diyar kir ku di heyama 4 mehên derbasbûyî de paşmayên şer li Sûriyê bûne sedema kuştin û birîndarbûna bêtirî 600 kesî ku di nava wan de zarok jî hene.
Rêxistina "HWR" di raportekê de got: "Ji Berçileya bûrî ve li seranserî Sûriyê, 249 kes di nav wan de 60 zarok, di teqîna paşmayên şer de canên xwe ji dest dane, her weha 379 kes birîndar bûne".