El-Şeri´ di yekem serdan de gihîşt Qeterê

El-Şeri´ di yekem serdan de gihîşt Qeterê

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ gihîşt Doha paytexta Qeterê.

Îro Ehmed El-Şeri´ di yekem serdan de gihîşt Qeterê, ji aliyê Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve di hikûmeta veguhêz a Sûrî de Es´ed El-Şeybanî jî li gel El-Şeri´, ku di belavokekê de got: ”Qeter ji Roja Yekê ve li kêleka Sûriyan rawestiya û dev ji wan berneda”.

Di dawiya Çileya bûrî de, Mîrê Qeterê serdana Şamê kir û li gel Ehmed El-Şeri’ û berpirsên hikûmeta Şamê civiyabû.

►Her weha bixwîne: Îmarat.. Ehmed El-Şeri’ û Mihemed Bin Zayid Al Niheyan Civiyan