Malbatên efserên Kurd ên girtî banga berdana wan dikin: PYD ew revandin
Welat TV - Hewlêr
Malbatên efserên Kurd ên girtî banga berdana wan dikin û sizakirina alî û kesên berpirs di ber girtina wan de kir.
Îro malbatên efserên Kurd ên girtî di daxuyaniyekê de got ku ew berev Herêma Kurdistanê diçûn ji aliyê PYDê ve hatin girtin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Malbatên efserên girtî bang li hemû aliyên Kurd kir ku doseya revandiyan bikin mijareke sereke û fişarê li PYDê bikin ji bo berdana wan.
Her weha nameyê, bang li Emerîka, Ferensa û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku fişarê li ser fermandariya HSD bikin ji bo diyarkirina çarenivîs û berdana efserên Kurd û sizakirina kesên berpirs di ber rewşên revandinê.
Efserên Kurd ên ku ji Rêjîma Esed cuda bûyî û rênîşanderê wan yê sivîl di 16 Nîsana 2013an li Qamişlo hatine revandin, navên wan jî ev in:
Emîd Mihemed Xelîl Elî - Eqîd Mihemed Heysem - Eqîd Mihemed Oso - Eqîd Mihemee Gule Xeyrî - Muqedem Şewqî Osman - Raîd Behzad Ne´so - Neqîb Hisên Bekir - Mulazimê yekem Ednan Berazî - Rênîşanderê sivîl Raxib Mihemed.
►Her weha bixwîne: Malbatên girtî û wendakiriyên Kurd banga diyarkirina çarenivîsa wan dikin