Li Efrînê cejna sersala Êzidî hat pîrozkirin
Welat TV - Hewlêr
Li gundê Burc Ebdalo yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê cejna sersala Êzidî hat pîrozkirin.
Bi beşdariya cemawerekî mezin cejna sersala Êzidî hat pîrozkirin, aheng û çalakî li dar ketin.
Di ahengê de, çalakiyên cur bi cur bi rê ve çûn û Kurdên Êzidî dapûnert û çanda xwe di sersalê de saz kirin, û komên folklorî şahî û dîlan gerandin.
Berdevkê Encûmena Êzidiyên Sûriyê Serhan Îsa di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de da zanîn ku îsal cejneke cuda bû, ji ber ku bê hebûna rêjîma Esed cejn hat pîrozkirin.
Îsa diyar kir, ku li Rojavayê Kurdistanê, cejn hat pîrozkirin, bi taybet a Efrînê bi coşeke meizn li dar ket.
►Her weha bixwîne.. Encûmena Êzdiyên Sûriyê Cejna Sersala Êzdî pîroz dike û tekeziyê li ser yekrêziya Kurdî dike