Serok Barzanî pêşwazî li Egîd Kabayil qehremanê cîhanê di werzişa Boxîng de kir

Serok Barzanî pêşwazî li Egîd Kabayil qehremanê cîhanê di werzişa Boxîng de kir

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Egîd Kabayil qehremanê cîhanê di werzişa Boxîng de kir û piştevaniya xwe ji bo wî nîşan da.

Îro Serok Barzanî li Selahedîn li Hewlêrê pêşwazî li Egîd Kabayil kir, piştevaniya xwe jê re nîşan da û hêviya serkeftinên zêdetir bo wî xwest.

Ji aliyê xwe ve, Egîd spasiya Serok Barzanî li ser piştevaniyê kir û xelat û kembera ku bi dest xistî wek rêz û pêzanîn pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Egîd Kabayil di dawîn qehremaniya Kêşa Qurs (WBC) de li Riyada paytexta Si´diyê de bû yekem.

►Her weha bixwîne: Serok Barzanî pêşwazî li tîma Duhok kir û germtirîn pîrozbahî li wan kir